26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Can û malê xelkê li cem PKKê negirîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sîdekan ragihand ku çendîn car bi riya xelkên gundên sînorî me daxwaz ji PKKê kiriye ku ji gundan dûr bikevin da ku balafirên Tirkiyê li gundan nedin, lê PKKê wê yekê red dike û di endamê de ziyan digihên xelkê û li cem PKK can û male xelkê negirîng e.

Karwan Kerîm Xan Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber pirsgirêkên sînorî û hebûna binke û navendên PKKê li wî sînorî zêdetirî 100 gundên Sîdekanê nehatine avakirin û her dema ku balafirên Tirkiyê li wan gundan didin ziyên mezin digihên welatiyan.”

Kerîm Xan wiha got: “Me wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti gotûbêjeke rasterast ligel PKKê nekiriye lê çendîn car me bi riya xelkê daxwaz ji wan kiriye ku ji gundan dûr bikevin da ku ziyan negihên welatiyan, lê PKK wê yekê red dike û razî nabe û li cem PKK can û male xelkê negirîng e.”

Nûçeyên têkildar