Alîkariyên bo Rojava tê şandin, PYDê ji xwe re dibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê eşker dike ku ew alîkariyên ku ji Başûrê
Kurdistanê tên şandin bo Rojavayê Kurdistanê, PYDê destê xwe datîne ser wan û dide bi
endam û alîgirên xwe. Herwiha tekez kir ku eger sînorê Tirkiyê vebe dê hemû xelkê
Rojava bar bikin û koçber bibin û kes namîne ji ber PYDê.
Endamê ENKSê Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew alîkariyên ku ji Başûrê
Kurdistanê tên şandin bo Rojavayê Kurdistanê, PYDê destê xwe datîne ser wan û dide bi
endam û alîgirên xwe.”
Azîzî herwiha tekez kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê pir xerab e û eger sînorê Tirkiyê
vebe dê hemû xelkê Rojava bar bikin û koçber bibin û kes namîne ji ber PYDê.




