Şêx Şamo: Kurdên êzdî piştgiriyê li peyama Barzanî dikin

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de
dibêje êzdî piştgiriyê li peyama Serok Barzanî dikin û peyamên Serok
Barzanî berdewam di xizmeta hemû gelê kurd de bûn bo paşerojeke geş bo
gelê kurd, lewma aliyê ku wê peyamê qebûl neke ew li dijî dewleta kurdî ye.
Şêx Şamo Nûnerê Kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de ji malpera
KDP.info re ragihand: Peyamên Serok Barzanî berdewam peyamên
pêkvejiyan û hevqebûlkirin û di sûda hemû gelê kurd de ne, ji ber ku ew
peyam di berjewendiya miletê kurd de û paşeroja wî de ne, lewma pêwîst e
hemû alî bilind binrxîne.
Şamo dibêje êzdî piştgiriyê li peyama Serok Barzanî dikin û peyamên Serok
Barzanî berdewam di xizmeta hemû gelê kurd de bûn bo paşerojeke geş bo
gelê kurd, lewma aliyê ku wê peyamê qebûl neke ew li dijî dewleta kurdî ye.




