Pêşmerge û hêzên Iraqê dest bi paqijkirina Hemrîn kirin

Hemrîn-KDP.info- Îro Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li Deşta Hemrînê dest
bi paqijkirina wê navçeyê ji terorîstên DAIŞê kirin. Berpirsekî PDKê jî dibêje,
piştî şikestina wan li Feluca, hejmarek terorîstên DAIŞê xwe gihandine Deşta
Hemrîn.
Berpirsê Rêxistinên PDKê li nahiyeya Qeretepe Kemal Îbrahîm ji malpera
KDP.info re ragihand: “Piştî şikestina çekdarên DAIŞê li navçeya Feluca niha
hejmarek çekdarên wan gihîştine sînorê Qeretepe û Deşta Hemrîn, ku tê
texîminkirin hejmara wan nêzîkî 100 çekdar be û çekên cuda bi wan re ne û
car bicar karê terorîstî li navçeyê dikin.”
Îbrahîm wiha got: “Duhî hêzeke mezin a hêzên ewlehiyê û Artêşa Iraqê
gihîştin sînorê nahiyeya Qeretepe û îro bi alîkariya Hêzên Pêşmerge dest bi
paqijkirina wê navçeyê kirine û ew operasyon hevbeş e, ji ber ku hêzên
Iraqê bê Pêşmerge nikare wî karî bikin.”




