Supaya Pasdaran derdora Mihabad û Merîwan topbaran kirin

Hewlêr-KDP.info- Duhî înê rûbirûbûn di navbera Pêşmergeyên Hizba
Demokrat akurdistana Îranê û Supayê Pasdaran li Mihabada Rojhilatê
Kurdistanê rû da û topxaneyên Îranê derdora Mihabad û Merîwan topbaran
kirin.
Endamê Polîtbîroya HDKÎ Rostem Cehangîrî ji heftenameya Wişe re
ragihand ku rêjîma Îranê bi çekên giran navçeyên çiyayî yên Mihabadê
topbaran kirin û dema ku zanyarî yêkevin destê me emê eşkere bikin.
Tê gotin ku di wî şerî de hejmarek çaş û pasdarên Îranê hatine kuştin, lê
Cehangîrî dibêje ew nikare van zanyariyan piştrast bike.
Ajansa Îrna ya Hikûmeta Îranê derbarê wê bûyerê de, nûçeyek belav kiriye û
nivîsandiye ku piştî hêzên Pasdaran zanîne komek Pêşmerge çûne gundekî
Mihabadê, şer li wir qewimiye.




