Çavdêrekî siyasî: Pêwîst e aliyên siyasî peyama Serok Barzanî qebûl bikin
__2016_06_25_h15m44s15__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, pêwîst e hemû aliyên siyasî yên
Herêma Kurdistanê hest bi berpirsyaretiyê bikin û berjewndiyên xwe yên
hizbî bidin aliyekî û peyama Serok Barzanî qebûl bikin, ji ber ku ev qonax bo
kurdan pir girîng e û dikarin mafên xwe bidest bînin.
Çavdêrê Siyasî û mamosytayê zanîngehê Dr. Salih Mela Umer ji malpera
KDP.info re ragihand: “Guhertinên Rojhilata Navîn bilez diçin, lewma
derfeteke pir girîng bo Herêma Kurdistanê hatiye ku biryarê li çarenivîsa
xwe bidin, ji ber vê erka dîrokî ya di histî Serok Barzanî de ye, daxwaz ji
hemû aliyan kiriye ku nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û rûnên û
biryarê li ser çarenivîsa kurdan bidin.”
Mela Umer wiha got: “Di wê peyamê de Serok Barzanî daxwaz kiriye ku
berjewendiyên teng ên hizbî nebin rêgir û bidin aliyekî û nekin qurbaniyên
berjewendiyên niştimanî, lewma her aliyek hest bi berpirsyaretiyê bike
pêwîst e wê peyamê qebûl bike û berjewndiyên xwe yên hizbî bidin aliyekî
û peyama Serok Barzanî qebûl bikin, ji ber ku ev qonax bo kurdan pir girîng
e û dikarin mafên xwe bidest bînin.”




