Baydin: Pêwîst e Iraq perçe bibe..Bê Barzanî rizgarkirina Mûsilê serkeftî nabe

Hewlêr-KDP.info- Di çarçoveya hevpeyvînekê de ligel televîzyona CBS de, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Baydin ragihand ku kurd qet qebûl nakin şîe hûkmê Kurdistanê bikin, herwiha behsa wê yekê kir ku ew ligel wê yekê ye ku Iraq bibe 3 herêmên federal. Ev axaftinên Baydin piştî daxuyaniyên Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê, ku ragihandibû pêwîst e Iraq bi ser 3 herêmên şîe, sune û kurd de perçe bibe.
Joe Baydin behsa 2 mijaran dike ku ji kurdan re girîng in, wek perçekirina Iraqê û herwiha rola kurdan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di rûbirûbûna terorê û çareserkirina kirîzên navçeyê.
Baydin derbarê dabeşkirina Iraqê ragihand ku ew ji sala 2005ê de behsa perçekirina Iraqê dike û baştirîn çareserî jî 3 herêm e û her herêmek ji wan xwedî hêzên leşkerî bin û ji aliyê aborî û destûrî ve xwedî biryar û serbest bin.
Di beşekî din ji axaftinên xwe de û taybet bi hewlên rizgarkirina navçeyên bi destê DAIŞê bi taybetî bajarê Mûsilê û piştre jî û piştre avakirina wan navçeyên ku ji bin destê DAIŞê tên rizgarkirin û Baydin wiha got: “Bi baweriya me pêwîst e û min bi xwe jî kar li ser wê yekê kiriye ku hevahengî û bawerî bi kurdan re çêbikim û mebesta min birêz Barzanî ye û em take çareserî ye û me digihîne armancê.”
Baydin wiha got: “Çareserî ew e ku Bexda hevahengiyê ligel Barzanî bike û bi hevkariya welatên hevpeymanan dikare piraniya pirsgirêkên Iraqê çareser bibin û bi vî awayî hem DAIŞ dê jinav biçe û hem asayiş bo navçeyî vegere.”




