26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge rêgirî li pêşiya vegera xelkê bo gundên azadkirî nekiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed red kir ku Hêzên Pêşmerge rêgirî li xelkê kiribin ku vegerin ser gundên rizgarkirî yên parêzgeha Neynewa.

Îro endamê Encumena Parêzgeha Neynewa û Fermandarê hêza Newadir ya ser bi Heşda Şibî Ebdulhelîm Şemerî ji medyayên Iraqê re ragihandibû ku Hêzên Pêşmerge rê nade xelkên gundên parêzgeha Neynewa yên ku ew rizgar kirine ku vegerin ser cih û gundên xwe.

Lê Serfermandarê Pêşmerge Cemal Mihemed ragihand ku ti biryarek ji aliyê serkirdatiya Herêma Kurdistanê nehatiye dan bo rêgirîkirin li vegera xelkê wan gundan û Hêzên Pêşmerge bê cudahî xelkê wê deverê diparêzin, lê kesên ku destê wan di xwîna xelkê de hebe, nabe vegerin wan gundan.
 

Nûçeyên têkildar