Dizeyî: Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Lavrov taybet bû bi rewşa siyasî û aborî

Rûsya-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî
ragihand ku ku hevdîtina vê dawiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov li Sant Pitrsborgê,
taybet bû bi rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinekê de ligel ajansa Sipotîk a Rûsî de, Sefîn Dizeyî ragihand ku di
hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Lavrov di çarçoveya dîdara Sant Pitrsborgê de
behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û hevkariya di navbera
herdu aliyan de hat kirin.
Li gorî Dizeyî, Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa berdewamiya Rûsya li ser
pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge ligel Lavrov kir û
daxwaza alîkarî û hevahengiya zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û
Rûsya de bo rûbirûbûna terorê kir.




