26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo aliyên siyasî: Bo referandumê zû lihev bikin..Pêngava yekê diyar kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê
 
de ragihand ku bo wan div ê qonaxê de ti armancek ji mafê çarenivîsiyê û
 
serxwebûnê bilintir û pîroztir tune ye û nabe ev pirs bibe qurbaniya
 
nakokiyên navxweyî, lewma daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir
 
ku bizûtirîn dem tedbîrên pêwîst bikar bînin bo yekdengiyekî niştimanî li ser
 
pirsa referandum û serxwebûnê û pêngava yekê jî ew e ku ligel Bexdayê
 
gotûbêjên zelal û birayane bikin.
 
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
Cemawerê xweragirê Kurdistanê
 
Hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê
 
Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî
 
guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê û ezmûna wê jî li ber
 
qonaxekî hestiyar û çarenûssazdaye, nabê ev derfeta vê carê ji bo gelê me
 
hatiye pêş, ji dest bidîn. Îro pêgeha gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî
 
asoyekî xwe ya ronak heye û li şerê terorê jî bi hewla Pêşmergeyên
 
qehreman û li sayeya xwîna şehîdên me û bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û
 
piştevaniya hevpeymanan, serkeftineke mezin bi dest hatiye û terorîst tûşî
 
şikestên mezin hatin lê belê metirsiya wan her maye.
 
Hemwelatiyên Kurdistanê
 
Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê
 
bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana
 
nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên
 
siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber
 
bigrin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û
 
serbixweyî û hengava yekem eweye li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û
 
birayane.
 
Ji bo vê mebestê hemû hêz û aliyan vedixwînim ku civîneke taybet ji bo vê
 
babetê encam bidîn ji bo biryardana li ser hengavên paşarojê û ji bo eve jî
 
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê peywendiyê bi hemû aliyan ve
 
dike.
 
Mesûd Barzanî
 
23.06.2016

Nûçeyên têkildar