Serok Barzanî: Em çi carî qebûl nakin pêşmerge bikeve jêr fermana Malikî

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ragihand ku Kurd ji wan çekan natirsin ku Malikî ji bo yekalîkirina nakokiyên siyasî bikar bîne.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Al Meda, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê pirsgirêkên İraqê de wiha dibêje: " Kêşeya Kurdistanê tenê ne bi Kurdistanê ve girêdayî ye û ne tiştekî şexsî ye, lê beşeke ji pirsgirêka desthilatdariyê li İraqê. Ger pirsgirêk tenê bi Kurdistanê ve girêdayî bûya, bi telefonekê min çareser dikir, lê belê krîz ne li vir e. "
Serok Barzanî derbarê Hêza Pêşmewrgeyên Kurdistanê de diyar kir ku pêşmerge hêzekî Îraqî ye lê çi carî em qebûl nakin pêşmerge bikeve bin fermana Malikî, Barzanî wiha axifî: "Pêşmerge hêzeke İraqî ye û amade me fermandeyê Hêza Pêşmerge bim bo berevanîkirinê li Besra yan her cihekî din, ger frûbirûyê êrîşekê bibin an jî Malikî daxwaza hevkariyê ji me bike, lê belê nêta Malikî bo kontrolkirina pêşmergeyan tiştekî dine. "
Derheqê pêşniyara Serokê Parlamentoya İraqê Usama Nucêfî de bo çareserkirina pirsgirêkên İraqê ku vegera rêkeftinnameya sala 2009-ê ye û taybet e bi pêkanîna hêza hevbeş a ewlekariyê bo birêvebirina dosya ewlekariyê ya navçeyên ji Kurdistanê hatine veqetandin, Barzanî got: " Min ji Nucêfî re got ku Bexda li ser wan rêkeftinan poşman bûye û ti rêgiriyeke me nîne bo cîbicîhkirina wan, lê belê mercê serekî vekişîn û hilweşandina Hêza Dîcle ye, ji ber pêkhateyeke ne destûrî ye û em qet qebûl nakin. "
Di beşekî din ê wê hevpeyvînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez dike û dibêje: " Hewlêr ji hîç çekeke Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî natirse ku bo yekalîkirina nakokiyên siyasî bikar bîne. "




