Sûriye: Êzdî li ser pirograma Komela Roj ya Xêrxazî rêkeftîne
Endamekî ji komela Roja xêrxazî ya Êzîdiyan li rojavayê Kurdistanê xuya kir ku çi rexne ji wan re nehatine sebaret bi rêpêdana komela wan bi şêweyekî fermî.
Hate ragihandin ku rexne li komela Roja xêrxazî ya Êzîdiyan hatine girtin sebaret bi wergirtina wan rêpadana fermî ji deselatên Sûriya.
Di vê derbarê de Fewaz Şêx Meqbûl endamê komîta ragehandinê ya vê komelê bo ajansa (Mîdiya News) got, “Di nav komelê de em hemû li ser wê çendê rêkeftîne ku pêwîste rêpêdan were wergirtin, herweha çi rexne ne ji hundir û ne jî derveyî welat bo me nehatine”
Navbirî herweha xuya kir ku çi nakokî di navbera Kurdên Êzîdî de nîne û hemû li ser pirograma vê komelê ya xêrxazî rêkeftîne.
Tekez jî kir ku her Kurdekî Êzîdî xwediyê vê komelê ye û ji mafê wî ye her pirseka civakî gengeş bike.
Tê zanîn gereke navê komela Roja xêrxazî “Mala Êzdiya” baya lê li gor yasaya rêpêdanên komela li Sûriya peyvên wek “Mal” qedexe ye ji ber ku bi Kurdiye, lewra jî komele naçar bû navê wê bughêre û ev çende jî bûye cih bas û axaftinan û rexen li komelê hate girtin çumkî rêpêdan ji rijêma Sûriye wergirtiye.
Hêjayî gotinê ye ku rêjeyeka mezin ji Kurdê Êzîdî li deverê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ber belavin û bi taybetî li herêma Cezîrê û Kurdaxê.




