Tirsa koçberên Şingalê ji PKKê heye

Şingal-KDP.info- Tevî tirsa wan ji PKKê, Qayîmeqamê berê yê Şingalê û
endamê Encumena wê qezatê Meyser Hacî Salih dibêje koçberên Şingalê
vedigerin ser malên xwe û dibe ku heta dawiya salê nîvê xelkê vegerin.
Meyser Hacî Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Koçberên Şingalê bi
berdewamî vedigerin ser mal û hale xwe, bi taybetî jî yên sînorê Sinûnê û
navçeyên Bakurê Şingalê. Herwiha xelk vedigerin navenda bajêr jî, lê
hejmara wan negelek e.”
Derbarê wê yekê jî ku çima hêj xelkê navçeyê bi kêmî vedigerin şinalê, Salih
wiha got: “Xelk ji tirsa PKKê kêm vedigerin, ditirsin PKK pirsgirêkan ji wan re
derxe û newêrin vegerin ser mal û hale xwe, eger ne ji wisa ba dê zêdetir
vegeriyabana.”




