26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gorên din ên êzdiyan li Şingalê tên dîtin

Çavkanî: KDP.info
 
 
Ajans-KDP.info- Ajansa Reutersê raporek li ser jenosîda êzdiyan li Şingalê
 
belav kir û amaje bi gorên komî yên êzdiyan li wê navçeyê dike.
 
Ew rapor gotûbêj ligel hejmareke qurbanî û çalakvanên mafê mirovan kiriye
 
ku di beşeke wê raporê de amaje bi gorên komî hatiye kirin.
 
 
Ew rapor amaje bi 40 gorên komî yên êzdiyan dike û ji aliyekî din ve dibeje
 
bi sedan cih hene ku termî 2 kes û çend kesan li wir hene.
 
 
Rapora Reutersê amaje bi wê yekê dike ku kurdan ji meha November a sala
 
borî Şingal rizgar kirine û ji wê demê ve û ji wê demê ve nîşana gorên komî
 
û encamdana tawanan tên dîtin.
 
 
Herwiha behsa wê yekê jî dike ku li hin navçeyan ku tawanên kuştina bi
 
komî tê de rûdane wek Herdan û Gumez, hinek ji erebên sunne beriya
 
hatina DAIŞê çûbûn cem xelkê û daxwaz ji wan kiribûn ku çekên xwe deynin
 
da ku DAIŞ wan nekuje, û bi vî awayî teslîmî DAIŞê bibûn.

Nûçeyên têkildar