26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mekgork li Hewlêrê soz da: Piştî DAIŞê dê navçe aram bibe

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Di nava 18 û 21ê Hezîranê de Nûnerê Taybet ê Serokê
 
Amerîka bo Hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê Birêt Mekgork serdana
 
Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye û Mekgork piştevaniya xwe bo operasyina
 
rizgarkirina Mûsilê nîşan da, herwiha soz da ku piştî rizgarkirina Mûsilê dê
 
navçe were aramkirin.
 
Bi hevaltiya Balyozê Amerîka li Iraqê, Birêt Mekgork ligel serokê Herêma
 
Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pilebilind ên hikûmî û ewlehî yên
 
Iraqê û Herêma Kurdistanê civiya.
 
Di nava serdana xwe de bo Hewlêrê Nûnerê Obama û balyozê Amerîka û
 
konsulê Amerîka li Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û soz
 
dan ku piştevaniya operasyona Mûsilê û qonaxa aramiyê ya piştî azadkirina
 
Mûsilê bikin.

Nûçeyên têkildar