Birîndarên Başûr ên şerê PKK û Tirkiyê daxwaza alîkariyê dikin
_(1)__2016_06_20_h20m50s2__HK.jpg)
Dihok-KDP.info- Serokê Lêjneya Tomarkirina zerer û ziyanan di Encumena
Parêzgeha Dihokê de ragihand ku îsal 2 welatiyên Başûrê Kurdistanê ji aliyê
PKK û Tirkiyê ve hatine birîndarkirin û ew birîndar jî niha pêdviya wan bo
çareseriyê heye û daxwaza alîkariyê dikin.
Rizgar Sidqî Serokê Lêjneya Tomarkirina zerer û ziyanan di Encumena
Parêzgeha Dihokê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îsal 120 gund li
sînorê Dihokê bûne armanca bombeyên balafirên Tirkiyê ji wan 75 gundên
Amêdiyê û 29 gundên sînorê Zaxo û 7 gundên sînorê Akirê ne.”
Sidqî wiha got: “Herwiha 2 kes li sînorê Amêdiyê ji aliyê PKK û Tirkiyê ve
hatine birîndarkirin û ew birîndar daxwaza alîkariyê dikin, ku yek ji
birîndaran lingê wî jêbûye û daxwaza alîkariyê dike.”
Rizgar Sidqî wiha got: “Ziyanên wan welatiyan ajel û şewitandina rez û
baxên wan in ku daxwaz dikin bên qerebûkirin ji ber ku ligel her
bombebaranekê ziyanên wan zêdetir dibin.”




