Awustralya û New Zealanda: Em şanaziyê dikin ku ligel Kurdistanê şerê terorîstan dikin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Balyozxaneyên
New Zealanda û Awustralya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan
ragihand ku ew şanaziyê dikin ku ligel Kurdistanê şerê terorîstan dikin.
Roja dûşemê 20.06.2016 li Selaheddîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya James Mornû Balyozê New Zealand li Iraqê û Jonasan
Gêlbêrt Cîgirê Balyozê Awustralya li Iraqê kir.
Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan, xweşhaliya xwe ji bo rexsandina
derfeta hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û rêz û silavên her dû Hikûmeta
New Zealanda û Awustralya bi Serok Barzanî ragihand.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan pesnê rola Pêşmergeyên qehreman ya li
şikandina terorîstan kir û pêzanînên xwe ji bo rola serkirdayetiya Serok
Barzanî li şerê dijî terorê derbirî û bi girîng û bi bandor dane zanîn.
Xweşhaliya xwe jî nîşan dan ku li çarçêweya hevpeymaniya navdewletiya
dijî DAIŞê, welatê wan mil bi milê Herêma Kurdistanê dijî terorîstan şer
dikin û tekez kirin ku Pêşmerge bi azayetiya xwe, li şûna hemû cîhana azad
şer dike û kariye terorîstan têkbişkîne. Paşê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin
têbînî û nêrînên xwe yên li ser rewşa navçeyê bixerû û wan zêdetir agahdar
bike.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, behsa şerê
Da'îş û wan gefan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne.
Di derbarê şerê DAIŞê û terorê, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku DAIŞ
dijminê hevbeşê hemû mirovayetiyê ye û li her cîhek azadî û mirovayetî
hebê terorîst êrîşê lê dikin. Her ji bo wê yekê jî cihê xweşhaliye ku li ciheke
gelek dûr ve ewên bawerî bi azadî û mirovayetî û jiyanê heye hatine beşdarî
têkşikandina terorîstan bikin.
Serok Barzanî tekez jî kir ku şerê DAIŞê pêwîstî bi hemahengî û hevkariya
ciddî ya civaka navdewletî heye.
Her wiha amadekariyên ji bo azadkirina Musil û peywendiyên di navbera
Bexda û Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê
bûn.




