“Kurd li ser destê Serok Barzanî dê bibin dewlet”

Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Herêma Kurdistanê destkeftên Serok
Barzanî hem wek destkeftên leşkerî li dijî DAIŞê û hem jî wek
destkeftên dîplomatîk bilind dinirxînin û piştrast in ku li ser destê
Serok Barzanî jî dê bibin dewlet.
Pêşmerge di bin serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî li Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî ji lêdana zingilê serkeftinê li dijî DAIŞê di nava welatên
cîhanê de nêzîk dibe.
Derbarê vê pirsê de Çalakvanê medenî Rewa Tehsîn Taha li
Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêgeha Serok Barzanî li
cîhanê moraleke zêdetir da Hêzên Pêşmerge, da ku xoragirtir bin û
bihêztir şerê terorîstên DAIŞê bibin, ku di germeya şerê DAIŞê de
pêwendiya Serok Barzanî ligel serok û berpirên cîhanê pir baş bû.”
Wî çalakvanî wiha got: “Xwendina Serok Barzanî bo paşeroja
Kurdistanê xwendineke hekîmane ye û eger ti ji her takeke kurd
bipirse xewinên te çi ne? bêguman di bersivê de dê bêjin avakirina
dewleta kurdî û serxwebûn e. Xebata Serok Barzanî giştgîr û
stratejîk e ku daxwaza her kesekî ye û kesê ku xwendina wî hebe
digihê wê encamê ku xewneke mwzin a Serok Barzanî heye, ew jî
serxwebûna Kurdistanê ye. Ev xewin bi dirêjahiya dîrokê di xebata
Barzaniyê nemir de jî amade bû.”
Pêşmergeyê Fermandehiya Zêrevanî Karwan Ekrem ji Malpera
KDP.info re ragihand: “Ligel hatina DAIŞê rol û pêgeha Serok
Barzanî zêdetir bo neyaran zelal bû, hem li ser asta navxwe û hem
jî li ser asta dewletan jî. Ezmûna Serok Barzanî di pêşmergatiyê û
dîplomatîk de zelal bûye wek serokek wek pêşmergeyek li eniyên
şer mijûlî şikandina pilana dijminan e.”
Herwiha welatî Rewend Kurdî ji Hewlêrê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Cenabê Serok Barzanî ji gelek aliyan ve, ji aliyê navxwe
û derve roleke berçav dibîne, ku hevpeymaniya navdewletî ya li
dijî DAIŞê baweriyeke mezin bi Serok Barzanî heye, lewma
neyarên kurdan û yên ku çavê wan bi avakirina Kurdistanê bar
nabe, dixwazin riya Serok Barzanî bigirin û naxwazin Kurdistan
bibe dewlet.”
Rêvebirê Karebaya Nahiyeya Dareşekranê Zirar Sabir Ebas ji
malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî ew serkirdeyê
karîzma ye ku kariye miletê kurd û Hêzên Pêşmerge bi tevahiya
cîhanê bidin naskirin û her şanaziyê bi pêşmergetiya xwe dike ne
bi serkirdatiyê, lewma kariye bi siyaseta xwe piştevaniya hemû
cîhanê bidest bîne bi taybetî jî welatên mezin. Serok Barzanî nêzîk
bûye ji jinavbirina vê rêxistina terorîst.”
Her derbarê vê mijarê de, welatî Imran Xoşnaw jî wiha got: “Serok
Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de karî navekî mezin ji kurdan re li
cîhanê çêbike û hewleke mezin da bo bidestxistina alîkariyan bo
Pêşmerge. Herwiha kes nikare Serok Barzanî ji armanca wî ya
sereke ku serxwebûn e, sar bike.”




