26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye..Em nahêlin bibe herêm”

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Berpirsên hizbî û hikûmî dibêjin tenê xelkê Kerkûkê
 
biryarê didin ku ewê vegerin ser Herêma Kurdistanê yan dê bibin herêmeke
 
serbixwe, mafê kesî tune ye ku li şûna wan biryarê bide û bixwaze
 
veqetînin, ji ber ku Kerkûk Kurdistanî ye.
 
 
Beriya çend rojan Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm behsa wê yekê kiribû
 
ku ew dixwaze Kerkûk bibe herêmeke serbixwe. Pirsyar ew e ku çarenivîsa
 
Kerkûkê û paşeroja wê di destê xelkê wê de ye yan di destê derve de ye?.
 
Kemal Kerkûkî: Em nahêlin hizra cudabûna kerkûkê ser bigire
 
 
Endamê Polîtbîroya PDKê Kemal Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Kerkûk perçeyekî veneqetyayî ji axa Kurdistanê bi ti awayekî û bi ti
 
hêncetekê nabe kurdistanbûna wî bajêrî bê reşkirin. Ev pirojeya
 
biherêmbûnê jî ku behsa wê tê kirin yek ji wan 5 pêşniyarên ku sala 2005ê
 
aliyekî siyasî ku dijî mafê gelê Kurdistanê û kurdistanbûna Kerkûkê ye û ev
 
daxwaziya niha ya neyarên serxwebûna Kurdistanê ye.”
 
 
Kemal Kerkûkî wiha got: “Her nêrînek bixwaze Kerkûkê ji Kurdistanê cuda
 
bike emê li dijî wê derkevin. Divê xelkê Kerkûkê di referandumê de biryarê
 
bidin ku ew dixwazin ligel Kurdistanê bin yan ne.”
 
 
Qayîmeqamê Kerkûkê: Biherêmkirina Kerkûkê dê metirsiyeke mezin li pey
 
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê li ser Frakisyona YNKê Ehmed Eskerî
 
ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Kerkûkê xwedî roleke girîng in di
 
biryarê de li ser çarenivîsa wan ku bibin herêmeke serbixwe yan vegerin ser
 
Herêma Kurdistanê yan jî ligel Bexdayê bijîn.
 
 
Herwiha Qayîmeqamê Navenda Kerkûkê Kamîl Saleyî ji malpera KDP.info re
 
ragihand: Biryardan çawaniya îdareya bajarê Kerkûkê girêdayî xelkê
 
Kerkûkê ye, lê eger biryar hatibe standin ku bibe herêmeke serbixwe pirs ji
 
xelkê Kerkûkê hatiye kirin? Bêgman na, ji ber ku heta niha ti rapirsiyek
 
nehatiye kirin. Biherêmbûna Kerkûkê metirsiyeke pir mezin li pey xwe tanî.
 
Xelkê Kerkûkê jî berdewam daxwaz dikin ku vegerin ser Herêma Kurdistanê
 
bi awayekî yasayî.”
 
 
Li vir Dr. Kemal Kerkûkê dibêje: “Piştî ku DAIŞê êrişî Iraqê kir û Mûsil û
 
Hewîce û çend navçeyên din dagîr kir, wê demê Pêşmergeyên Kurdistanê
 
bûn mertalek li pêşiya DAIŞê bo parastina Kerkûkê û xelkê wê û nehiştin
 
wek bajarên din ew bajêr têkeve destê DAIŞê de. Madeya 140 jî di destûra
 
Iraqê de heye, lê Hikûmeta Iraqê ew made piştguh kiriye.”
 
Ehhmed Eskerî: Biherêmkirina Kerkûkê ne di berjewendiya Kurdistanê de
 
 
Ehmed Eskerî jî dibêje: “Biherêmkirina Kerkûkê bi ti awayî ne di
 
berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye Kurdistaniya Kerkûkê ne bi
 
cudakirina wî bêjêrî ye û divê bi tevîlbûna wî bi ser herêma Kurdistanê be.
 
Herwiha pêwîst e xelkê Kerkûkê jî zanibin ku çi qazanca wan ji biherêmûna
 
wê parêzgehê heye û Herêma Kurdistanê jibilî aliyê leşkerî, ji aliyê darayî jî
 
Herêma Kurdistanê gelekî alîkariya Kerkûkê kiriye. Aliyên tirkmanî û ereb
 
xwedî rayên cuda ne.”
 
 
Kamil Saleyî jî wiha got: “Her ji serî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
 
Barzanî deka ku hat Kerkûkê behsa wê yekê kir ku pêwîst e xelkê Kerkûkê
 
biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin ku bajarê wan çawa bê îdarekirin lê bi
 
mercek ku Kurdistanîbûna Kerkûkê jinav neçe. Ev merca Serok Barzanî û her
 
kurdekî ye jî. Pêwîst e em tekeziyê li ser cîbicîkirina madeya 140 bikin û
 
daxwaz ji Bexdayê bikin pêbendî wê bibe.”

Nûçeyên têkildar