Kurd bi yek lîst dê pişkdariyê di helbijartinên deverên veqetiyayî de bikin

Nûnerên heft partiyên Kurdistanê (Partî, Yekîtî, Goran, Yekgirtû, Şîwî, Suşiyalît, Komel) duhî li Hewlêrê piştî kombûy, ragehandin ku wan biriyar dan bi yek lîst pişkdariyê di helbijartinên civatên parêzgehên îraqî li deverên veqetiyayî da bikin ku biriyare li nîsana sala bihêt bihêne encamdan.
Xesirew Goran berpirsê dezgehê helbijartinên partî dîmokiratî Kurdistan diyarikir ku wan stiratîjiyeka hevpişk dana ku li dûv berjewendiya neteweyê kurd û paşeroja deverên veqetiyay, helbijartên Neyinewa, Selahedîn, Diyala dê bihêne encamdan.
Di civîna duhî de biryar hate dayîn daku, her 7 partî di Hefteya pêşiya me de civîneke din bi mebesta destnîşan kirina sembol, nav lîsteya hevpar organîze bikin.
Ev partiyên han ewin:
Partiya Demorkat a Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê
Partiya sosiyalîst ya Kurdistanê
Partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê
Komela îslamiya Kurdistanê




