26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY: DAIŞ li dijî Kurdên êzdî jenosîk kiriye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Komîsyona Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ragihand,
 
rêxistina DAIŞê li hemberî Kurdên êzdî nîjdakiujî (jenosîd) û tawanê şerî pêk
 
aniye.
 
 
Komîsyonê navborî îro rapora xwe ya derbarê tawan DAIŞê li hemberî
 
Kurdên Êzidî belav kir.
 
 
Rapora jenosîda Kurdên êzdî, piştî 45 hevdîtinên bi kesên ji rêxistinê
 
rizarbûne, rêberên olî, karmendên tenduristiyê, parêzer, qaçaxcî, çalakvan û
 
rojnamegeran re, hatiye amadekirin.
 
 
Serokê Komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro li Ofîsa NYê ya Cenevreyê derbarê
 
raporê de wiha got: “DAIŞê nîjadkujî kiriye û dike jî. Jin, zarok, zilam û hemû
 
Kurdên Êzidî yên di destê DAIŞê de rastî kiryarên hov ahtine.”
 
 
Paulo Sergio Pinheiro diyar kir ku DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an piştî ku Şingal
 
dagir kir, keç, jinên û zarokên Kurdên Êzidî birine Sûriyê û êşkence li wan
 
kirine û weke koleyên seksê bikar anîne û hewldane “nasnameya Êzidiyê” ji
 
holê rakin.
 
 
Pinheiro wiha domand: “Di destê DAIŞê de hêj 3 hezar û 200 jin û zarokên
 
keç hene. 2 sal bi ser êrişa Şingalê re derbas bû, lê hêj bo wan rizgarkirina
 
wan tiştek nehatiye kirin. Operasyonên rizgarkirinê nehatine pêkanîn. Em
 
derbarê vê mijarê de band li civaka navnetewî bang dikin ku hineke gav
 
bavêje.”

Nûçeyên têkildar