26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gazprom Neft çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir dike

Çavkanî: KDP.info
 
Rûsya-KDP.info- Li dema beşdarîkirin li Kombenda Aboriya Cîhanî li bajarê
 
San Petersburg ya Rusiya, Roja Pêncşem 16-6- 2016, Nêçîrvan Barzanî
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pê re tevî Alexander Dyukov
 
Serokê Kompaniya ya Gazprom Nefta Rusiya civiya.
 
 
Di civînê de Serokê Kompaniya ya Gazprom Neft kêfxweşiya xwe ji bo
 
serdana Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Rusiya
 
nîşanda û pêdagirî li ser vê yekê kir ku li çalakiyên weberanînê li sektora
 
petrol û enerjiya Herêma Kurdistanê berdewam dibin û hewlê didin li
 
pêşerojê karên xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.
 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê pêşwaziya germ kir û kêfxweşiya
 
xwe ji bo biryara berdewambûn û berfirehkirina çalakiyên Kompaniya ya
 
Gazprom Neft li Herêma Kurdistanê nîşanda û destxweşiya wan karan jî kir
 
ku heya niha li Herêma Kurdistanê encam daye, amadeyî ya xwe û
 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî nîşanda ku bibe sedema vê
 
 
yekê sektora enerjî li Herêma Kurdistanê geşe bike.
 
Li dawiyê jî bal kişandine ser hin pirsên têkildar û rewşa deverê û Îraqê û
 
Herêma Kurdistanê li warên aborî û darayî û bazirganî.

Nûçeyên têkildar