Lavrov piştgiriya Rûsya bo Kurdistanê dûpat kir

Rûsya-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Rûsya
ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov civiya, çend mijarên siyasî û
pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de hatin gotûbêj kirin.
Îro 16 Hizêranê, Serokweîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi
mebesta ku beşdarî Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Saint Petersburgê
bibe serdana Rûsya kir û ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov civiya.
Di civînê de Lavrov bixêrhatina Barzanî û şanda ligel wî bi germî kir û
xweşhaliya xwe bi vê serdanê anî ziman.
Piştre behsa pêwendiyên bihêz ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya de
hatin kirin, bitaybet ku ev çend salin qunsilxaneya Rûsya li Herêma
Kurdistanê ye û kompaniyên wê di ware petrol û gaze de li Kurdistanê kar
dikin, herwiha ronî dan ser alîkariyên leşkerî yên Rûsya bo Herêm
Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, ev jî nîşanên başbûna pêwendiyên herdu
aliyan e, herwiha tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên dostane û
alîkariyên bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hate kirin.
Di heman demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasya
xwe bo vê pêşwaziyê derbirî û behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên
Rûsya û xelkê Herêma Kurdistanê kir û spasya alîkariyên Rûsya bo Hêzên
Pêşmerge di şerê lidij çekdarên DAIŞê de kir û hevî kirk u ew alîkarî ji aliyê
Rûsya ve berdewam bin.
Barzanî ji aliyekî din ve, karê kompaniya Rûsya Gazprom li Herêma
Kurdistanê de di ware petrolê de bilind nirxand û amaje bi hebûna
qunsilxaneya giştî ya Rûsya li Hewlêrê kirk u ev yek nîşana pêwendiyên
bihêz ên herdu aliyane û hevî kirk u ev pêwendî li ser hemû astan keltûrî,
çandî, siyasî, aborî û kiştûkal bêne pêşxistin û Rûsya jî berdewam alîkariya
Herêma Kurdistanê bike.
Di beşekî din de ji civînê, behsa rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê hate
kirin ku, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê bi baştirîn şêwe pêşwaziya
penaberan kirin û hemû xizmetên girîn û serekî bo wan peyda kirin, di vê
derbarê Lavrov desxweşî li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ev kar
bi bilindî nirxand.
Gotûbêj kirina rewşa emnî û leşkerî û bereyên şer lidijî DAIŞê hin terwrên
din bûn ji vê hevdîtinê.




