26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Piştî nemana DAIŞê Iraq dibe 3 perçe

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma
 
Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ragihand, piştî şerê DAIŞê divê Iraq di
 
navbera kurdan, sunniyan û şîeyan de were parvekirin da ku
 
pêşiya şer û aloziyê were girtin.
 
 
 
Mesrûr Barzanî, ji ajansa Reutersê re gotiye, sîstema federalîzmê li
 
Iraqê bêkêr bûye ji ber wê jî divê yan Iraqê bi tememî parçe bibe
 
yan jî di navbera kurdan, sunniyan û şîeyan de sîstemek
 
konfederal were avakirin, bi vî rengî her gelek xwedan paytexta
 
xwe be û ti paytextek jî li ser ya din re nebe.
 
 
 
Mesrûr Barzanî her wiha diyar kiriye ku gelên Iraqê êdî bêbawer
 
bûne û ev bêbawerî jî gihîştiye wê astê ku êdî nikarin di bin
 
banekê de bimînin û gotiye, bila bibin du cînarên baş û her gava
 
ku zanîn dikarin bi hev re bijîn û kar bikin, bila cardin dest bidin
 
destê hev û bi hev re kar bikin.
 
 
 
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daye zanîn ku
 
sunniyên Iraqê zanîne ji aliyê şîeyan ve hatine piştguhxistin lewma
 
rêxistina DAIŞê karî bi hêsanî deverên sunniyan bixe destê xwe.
 
 
 
Li ser rewşa Mûsilê jî, Mesrûr Barzanî gotiye, divê beriya ku Mûsil
 
rizgar bibe xelkê Mûsilê li ser qonaxa piştî DAIŞê li hev bikin çimkî
 
rêveberina Mûsilê pir girîng e, eger valahiyek di qonaxa piştî
 
rizgarkirinê de bimîne dê bibe karesatek din.

Nûçeyên têkildar