PDK bo Newşîrwan: Bi gefan û têkdana yekrêziya nav mala Kurdistanê guhertin nayê kirin

Hewlêr-KDP.info- Polîtboruya PDKê daxuyaniyek di jêr navê
“Bersivek bi kurtî û bi kurdî bo Newşîrwan Mistefa” de belav kir û
tê de ragihand: “Bi saxtekarî û tohmetên bêbingeh û têkdana
yekrêziya nav mala Kurdistanê guherîn nayê kirin.”
Polîtboruya Partiya Demokrataka Kurdistanê (PDK) îro pênşemî
16ê Hezîran a 2016 daxuyaniyek wek bersiv bo Berpirsê Giştî yê
Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa belav kir.
Di daxuyaniyê PDKê de hat gotin: “Bi saxtekarî û tohmetên
bêbingeh û têkdana yekrêziya nav mala Kurdistanê guherîn nayê
kirin. Herwiha bi gef û guvaşên we jî guherîn pêk nayê.”
Polîtboruya PDKê herwiha ragihand: “Her weke ji berê ve we
nekariye û (ji we re) bûye girêyeke psykolojîk û di 17ê Şibat, 23ê
Hezîranê û 19ê Tebaxê de jî we nekarî, teqez bizanin ku niha jî hûn
nikarin, ji ber wê jî baştirîn guhertin ev e ku tu xwe biguherî û êdî
bi vî hizrî siyaseta nekî.”




