Welatî: PKK dijatiya Kurdistanê dike..Hatiye erikdarkirin ezmûna kurdî têk bide

Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Kurdistanê dibêjin PKK bi eşkere dijatiya Kurdistanê dike û bi destê dijmin kar dikin û dixwazên pêngavên Serok Barzanî bo dewleta Kurdî têk bidin.
Ji ber PKKê, gelek xelkên sînorê Başûrê Kurdistanê ziyan dîtine yan kesên wan hatine kuştin. Li parêzgeha Dihokê 177 gund hatine valakirin. Ji ber şerê PKK û Tirkiye kes newêre wan gundan ava bike. Siyaseta PKKê têkdan û sistkirina geşekirina aboriya Herêma Kurdistanê ye.
Mamosteyê Zanîngehê li bajarê Hewlêrê Dr. Fikrî Ezîz ji malpera KDP.info re ragihand: “Hin caran daxuyaniyên PKKê li dijî ezmûna kurdan e, ew jî bi bêveşartina pêwendiya wan bi dijminê kurdan re û ew bi xwe dibêjin têkdana ezmûna kurdî erkê wan e. Salih Mislim bi biryara Îran û Sûriyê kar dike. Her zû xwe cuda kir û dijminatiya xwe ragihand. Herwiha pêwendiya xwe ya eşkere ligel rêjîma Sûriyê venaşêre û ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.”
Rêvebera Nasnameyên Mexmûrê Dejîn Ekrem ji malpera KDP.info re ragihand: “Karê PKKê tenê xwefiroşî û têkdan e. Bi fermana dijmin kar dikin. Qet hewl nadin bo mafê gelê kurd û tenê karê wan têkdana aramî û xweşiya gelê kurd e. Destê xwe dane dijmin bo têkdana hewlên Serok Barzanî bo dewleta kurdî.”
Sidîq Barzanî xelkê Mêrgesorê derbarê wê dijminatiya PKKê bo Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK ziyaneke mezin gihandiye xelkê sînorên Başûrê Kurdistanê bi taybetî xelkê Sîdekan Mêrgesorê. Zarok direvandin. Hemû jî bo jinavbirina hewlên damezrandina dewleta Kurdistanê. Bila li bîra PKKê be ku sala 2010ê eger ne ji Serok Barzanî ba dê Tirkiye hemû Qendîlê topbaran kiribana, lê Serok Barzanî nehişt.”
Pêşmerge ji Fermandehiya Dihokê Mehabad Bexşê ji Dihokê ji KDP.info re ragihand: “PKK ji xeta netewî derketiye û bûye amrazek bo cîbicîkirina pilana dijminên gelê kurd û bi eşkere û bêşerim dijatiya xwe bo dewleta kurdî ragihandine û li Şingalê û navçeyên ser sînor destê xwe dixin karûbarê herêma Kurdistanê, ku destê xwe xistine destê hikûmeta Bexdayê bo dijatiya Herêma Kurdistanê.”




