26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: PKK bûye darê destê welatên navçeyê bo dijatiya kurdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, PKK dixwaze siyaseta xwe bi ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê feriz bikin  û bûye darê destê welatên navçeyê bo dijatiya kurdan.

 

Çavdêrê siyasî Mehdî Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo xelkê Rojavayê Kurdistanê eşkere bûye ku desthilatek heye çawa reftar ligel bikin ku derfeteke zêrîn ji wan re hatiye û pêwîst e kurd yekgirtî bin û vê derfetê jidest nedin, lê em dibînin ku tenê partiyeke siyasî hûkim dike û aliyên din hemû piştguh xistine.”

 

Mehdî Hacî wiha got: “Ma ji ku rewa ye ku PKK û PYD bi zorê bacê ji xelkê werbigirin û çekan li milê zarokan bikin û wan bibin şer. Mixabin PKK bûye darê destê welatên navçeyê bo dijatiya kurdan û li gorî daxwazên wan tevger dikin.”

 

Hacî wiha got: “PKK li Bakurê Kurdistanê hêj ti pirojeya wê tune ye bo bidestanîna mafên kurdan û bi saya Serok Barzanî pêvajoya aştiyê hatibû ragihandin û kêm mabû ku ser girtiba.”

Nûçeyên têkildar