26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Hêriş Qadir bo Salih Mislim: Serdema bindestî û koylatiyê nemaye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dîroknasek amaje bi wê yekê dike ku damezrandina dewleta Kurdistanê niha bûye rastiyek û li hemû cîhanê piştgirî û piştevanî lê tê kirin.

Ji dema ku Hevserokê PYDê Salih Mislim li bajarê Silêmaniyê ragihandiye ku serdema dewleta kurdî nemaye û Bexda hêviya kurdan e, hemû tax û aliyên siyasî yên Kurdistanê wan gotinên wî şermezar dikin.

Dr. Hêriş Qadirî Dîroknas û pispor di warê dîrokê de li Rojhilatê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger ew bêjin modêla dewleta kurdî nemaye, em dibêjin modêla bindestiyê û koylatiyê nemaye û ew dem çûye ku kurd bibin bindestê dagîrkeran.”

Qadirî wiha got: “Ew gotinên Salih Mislim pir şaş in û dewleta Kurdî jî ji asman ji bo me nayê, divê em hewl bow ê bidin û jê re têkoşanê bikin. Kurd bi vegera bo Bexda û Tehranê tiştekî bidest naxin.”

Wî dîroknasî wiha domand: “Mijara dewleta kurdî û serxwebûna kurdan çiqasî pêwendiya wê bi mijara civakê re hebe ewqasî girêdayî mijara hestê netewayetî û takê kurd.”
 

Nûçeyên têkildar