26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Kurd herdema sedema jihevnêzîkbûna aliyên siyasî bûne

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr_KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê di pêşwaziya Konsulê Misrê li
 
Herêma Kurdistanê de hêvî xwest giringî bi hevkarî û hevahengî di navbera
 
Herêma Kurdistanê û Komara Misrê de di warên cuda bikevin xizmeta
 
berjewendiya herdu aliyan de.
 
Di wê hevdtinê de Fazil Mîranî ragihand: Em kurd herdem sedema
 
jihevnêzîkbûna aliyên siyasî bûne li Iraqê û ticarî nebûne beşek ji pirsgirêkan
 
û tek rê diyalog û jihevtêgiheştin e bo çareserkirina pirsgirêkan û pir girîng
 
e perjewendiyên neteweyî di ser hemû berjewendiyan re bên dayîn.
 
Herwiha Mîranî amaje bi qehremanî û xoragirî û serkeftinên hêzên
 
Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê kir û behsa krîza darayî ya Herêma
 
Kurdistanê kir.
 
Ji aliyê xwe ve Konsulê Komara Misrê li Herêma Kurdistanê pîrozbahî û
 
destxweşî li hêzên qehreman ên Pêşmerge kir bo van serkeftinên wan û
 
pesnê rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da ku pêgeh û cihê wî
 
li cem gelê Misrê cihekî taybet e.
 
Sekreterê Polîtbîroya PDKê di pêşwaziya Konsulê Misrê li Herêma
 
Kurdistanê de hêvî xwest giringî bi hevkarî û hevahengî di navbera Herêma
 
Kurdistanê û Komara Misrê de di warên cuda bikevin xizmeta berjewendiya
 
herdu aliyan de.

Nûçeyên têkildar