Nêçîrvan Barzanî di Korbenda San Pitrsburg de amade dibe..62 welat amade dibin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê korbendê
de beşar dibe ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Pirîxodko derbarê wê
da ragihand ku Korbenda Aborî ya San Pitrsburg de bi beşdariya sedan
kesatî û serok şîrketên cîhanî birêve diçe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Pirîxodko ragiahnd ku korbenda îsal ya
San Pirtsburg cuda û girîng e û serokê 190 şîrketên mezin ên cîhanê tê de
beşdar dibin ligel 1500 kesayetî ji 62 welatên cîhanê. Wî berpirsê Rûsya
pêşbînî asayîbûna pêwendiyên aborî yên Rûsya û Ewropa kir û Şêwirmenda
Almanya Angela Merkil piştevaniya xwe bo wê korbendê diyar kir.
Tê zanîn ku şandeke pilebilind ji Herêma Kurdistanê bi serokatiya
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê kongireyê de amade dibe ku
biryar e sibe li San Pitrsburg birêve biçe û 3 rojan berdewam bike.




