26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mexmûr.. Pêşmerge wek hêzên piştevaniyê alîkariya Artêşa Iraqê dide

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Fermandehiya Herwlêrê Emîd Serdar Murtke ragihand ku îro danê nîvro Artêşa Iraqê êriş kir ser gundê Nesir û derbasî nava gund bûn.

 

Emîd Serdar Murtke Cîgirê Fermandarê Fermandehiya Herwlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku êrişa Artêşa Iraqê bo girtina çend gundên Mexmûr – Guwêr dest pê kiriye lê îro dan nîvro êriş li ser gundê Nesir zêdetir bûne û ew hêz çûne nava gund, lê hêj şer li wir berdewam bû. Gundê Hacî Elî ji duhî ve hêzên Iraqê derbasî wî bûne û hêj şer li wir şerm e.”

 

Cîgirê Fermandarê Fermandehiya Herwlêrê wiha got: “Hêzên Pêşmerge wek hêzeke piştevanî di wî şerî de beşdar in û di dema pêwîst de û nebûna keresteyên pêwîst de alîkariya Artêşa Iraqê dikin bo girtina wan gundan û derxistina terorîstan.”

 

Nûçeyên têkildar