26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatî: PKK li Rojava xedir li kurdan kir..Li şûna rêjîmê şer dikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Kurdistanê dibêjin PKK li Rojavayê
 
Kurdistanê xedir li kurdan kir, navçeyên wan bi rêkeftin ligel
 
muxaberatên Sûriyê wergirt, bê ku fîşekekê biteqînin û li Rojava
 
şoreş nekirin û xwe bi ser xelkê de feriz kirin û bûn çaşê Esed li dijî
 
serxwebûna kurdan.
 
Kameran Ehmed ji parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “PKK li Rojavayê Kurdistanê xiyanet li kurdan kir,
 
navçeyên wan bi rêkeftin ligel muxaberatên Sûriyê wergirt, bê ku
 
fîşekekê biteqînin û li Rojava şoreş nekirin û xwe bi ser xelkê de
 
feriz kirin û xelkê têkoşer kuştin û partiyên siyasî ji Rojava derxistin
 
û dijayetiya wan kirin.”
 
Ehmed wiha got: “PKK sîstema xwendina zarokan pir kiriye ji hizrê
 
Markisî û Apoyî û niha xelkê Rojava ne ji tirsa DAIŞê lê belê ji ber
 
PKKê navçeya xwe vala dikin. Xelk berê xwe didin Tirkiye û Ewropa
 
û Herêma Kurdistanê. Herwiha PKK xiyanet li rêkeftinên Hewlêr 1
 
û 2 û Dihokê kiriye .”
 
Mesûd Şerevanî ji bajarê Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“PKK bûye egerê têkdana jiyan û jiyara xelkê Bakurê Kurdistanê bi
 
heman eqliyeta terorîstan teqînan li Bakur dikin li dijî aramiya
 
kurdan û nikarîne tenê bustek axa Bakurê Kurdistanê azad bikin û
 
xwe bi çendîn pilanên şîeyan û Îranê girêdane bo dijatiya dewleta
 
kurdî li Başûrê Kurdistanê.”
 
Şervanî wiha got: “Siyaseta PKK û PYDê girêdayî ye bi siyaseta
 
rêjîma Beşar Esed û Heşda Şeibî li dijî Serok Barzanî û hemû
 
dizanin ku ne ji Serok Barzanî ba ticarî pêvajoya aştiyê nedihat
 
îmzekirin.”
 
Ehmed Gilî li Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek
 
eşkere ye li cem Salih Mislim û hevalên xwe dare destê Beşar Esed
 
in û bûne çaşê Esed li dijî serxwebûna kurdan û li gorî rêkeftina di
 
navbera PKK û Esed navçeyên kurdî bo partiya Besê li Sûriyê kir.
 
Cenabê Serok Barzanî gelekî hewl da ku heta aştiyê li Bakurê
 
Kurdistanê bicîh bibe, lê PKK û bi fermana filan û filan ew aştî jinav
 
Bextiyar Goran ji bajarê Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“PKK dive bizane li Rojavayê Kurdistanê ku nûneratiya xebata gelê
 
kurd nake ew jî bi wê siyaseta xwe ya tekrewiyê û veqetandina
 
navçeyên Herêma Kurdistanê xizmeta doza miletê Kurdistanê
 
nake, lewma pêwîst e PKK dest ji siyaseta xwe ya ferizkirinê berde
 
û hêzên xwe vekişîne cihên wan.”

Nûçeyên têkildar