26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser 14 xalan li hev kirin

Çavkanî: KDP.info

Di civîna duyem a Lijneya Karê Bilind di navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniyê ya İraqê de ku li Bexdayê birêve çû, Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser 14 xalan li hev kir.

 

Li gor beyannameyekê ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer ve hatiye belavkirin, di civîna hevbeş de aliyê Herêma Kurdistanê dosyayeke kar pêşkêş kiriye ku ji 14 xalan pêk tê û piştî gotûbêjeke baş li ser wan xalan, di dawî de piraniya wan xalan hatin pesendkirin û biryar e îşev ew xal bên amade kirin.

 

Eva xwarê jî giringtirînên evan xalanin ku Hewlêr û Bexdad li ser rêkevtin kirine:

1-Pêkhate û mekanîzma karkirin û bingehên karê hevbeş û komteyan û karê hevbeş li navçeyên dabirandîyên herêma Kuridstanê wek xwe dimîne û mekanîzma karkirinê dihête çakatirkirin di navbera hêzên hukûmeta federal û hukûmeta herêma Kurdistanê de.

2-Kombûnên hemû komîteyên karê hevbeş dihêne rêkxistin û heyvane carekê dibe û heger pêywîst jî bike dê bihête zêdekirin û bi taybetî kombûnên komîteya karê bilind.

3-Cihê kombûnan û hemahengîkirin bo kombûnan ji alîyê (fermandeyê hêzên çekdarên Iraqê) ve dihête rêkxistin wek alîyê hemahengkar bo karê komîetayn bi taybetî komîteya karê bilind.

4-Lidûvçûn bihê kirin bo kar û biryarên komîteyên karê hevbeş û sizaya her kes û alîyekê bihê dan ku rêkevtinan û biryaran û bingehan binpê dike.

5-Sizayê her kes û alîyekê dihête dan ku zanyarîyên şaş digihîne serweyî xwe bi mebesta dirustkirina du alîtî û alozîyê, di her astekê be.

 

6-Her arîşe li her navçeyek ji navçeyên dabirandî çê bibe, bi lez (komîteya karê bilind) bihê agadarkirin û demûdest lê bipirse bo çareserkirinê.

 

7-Rêz li rêkevtinnameyan bihê girtin û sizayê ew fermande û berpirs û kesane bihête dan ku naveroka wan binpê dikin.

 

8-Mekanîzmeke zû û lezgîn bihête danîn bo vekişandina gişt ew yeke û hêzên her du alîyan ku piştî 16/11/2012 hatine navçeyê ku vekişîna hêzan rastgoyane û şefaf be û di jêr serpirestîya endamên komîteya bilinda karê hevbeş de be piştî rzabîna komîteya wezarîya bilind.

 

9-Çav pêdebirin bi biryara damezrandina fermandeyîya operasiyonên li navçeyê bi taybetî fermandeyîya operasiyona Dîcle û vegerandina desthilata ewlehîya bajarê Kerkûkê bo polîs, asayoş û hêzên navxweyî.

 

Herwiha Yawer daye xuyakirin, ku biryar wiha ye îro çarşembe 28/11/2012 demjimêr 11:00 komîteya karê bilind a navbera Hewlêr û Bexdadê kombûneke din encam bide bi mebesta amadekirina dawî ya karnameya rêkevtinnameya navbera her du alîyan da ku di kombûna piştî nîvroja heman rojê de ji alîyê komîteya bilinda wezarî ve bihê îmzakirin.

Nûçeyên têkildar