Mûsil bê Pêşmerge nayê azadkirin

Guwêr-KDP.info- Fermandeyekî hêzên Pêşmerge dibêje hikûmeta Iraqê
naxwaze Pêşmerge di şerê Mûsilê de beşdar bibe da ku ti destkeft û
alîkariyên navdewletî negihên wan, lê hêzên Iraqê bi ser nakevin û nikarin
bê Pêşmerge bi tenê Mûsilê rizgar bikin.
Cemal Mortke Berpirsê Eniya Guwêrê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Êrişa duhî ya Artêşa Iraqê li Mexmûrê ku karîn riya şergat Hewîce û Geyare
bigirin, baş bû û metirsê li ser rojavayê Mexmurê dûr xist û êdî şer ji sînorên
Herêma Kurdistanê dûr dikevin û dikeve navçeyên ereban.”
Mortke wiha got: “Ew hêzên Iraqê yên ku li Mexmurê ne ji aliyê çek û
teqemeniyê bihêz in, lê ji aliyê moral ve nikarin Mûsilê kontrol bikin. Pêwîst
e em jî sînorên xwe qayîm bikin da ku bihêz bin ji dizîkirina terorîstan û
metrsî li ser Herêma Kurdistanê çênebe.”
Derbarê amadekariyên operasyona Mûsilê jî, Cemal Mortke wiha domand:
“Niha em tenê çavdêriya rewşê dikin. hikûmeta Iraqê naxwaze Pêşmerge di
şerê Mûsilê de beşdar bibe da ku ti destkeft û alîkariyên navdewletî negihên
wan, lê hêzên Iraqê bi ser nakevin û nikarin bê Pêşmerge bi tenê Mûsilê
rizgar bikin.”




