Beşaretî: Goran li Helebça kevir nedaniye ser kevir heta hikûmet alîkariya wê bike

Helebçe-KDP.info- Parêzgarê Helebçe di daxuyaniyekê de rexneyê li
Hikûmeta Kurdistanê digire ku alîkariya wan nake û hin alî bi berbest dibîne
bo li pêşiya pêkanîna Encumena Parêzgeha Helebçe, Berpirsê PDKê li
Helebçe jî dibêje Goran sedema sereke ya pêkneanîna encumena
parêzgehê ye û kevirek nedanîne ser kevirekî heta ku hikûmet alîkariya wan
bike û ji ber berjewendiyên hizbî haya wan ji xizmeta Helebçe tune ye.
Fazil Beşaretî Berpirsê şaxa 12 ya PDKê li Helebçe ji malpera KDP.info re
ragihand: “Yekem alî ku rêgir e li pêkanîna Encumena Parêzgeha Helebçe
Goran e, ji ber ku parêzgar ji cem wan e û heta niha jî endamên xwe diyar
nekirine, lewma nabe tometê bixin histê kesî de.”
Beşaretî wiha got: “Me hemû hewlên xwe dan da ku parêzgar û encumena
parêzgehê bikin rastî, lê ew nehatin pêşî ligel me û em paşguh kirin. Em bi
wan re hevkar bûn lê çavê wan li kursiyn hizbî bû û qet hizra berjewendiya
xelkê Helebçe nekirine.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Hilbijartinên bê nêzîk dibin û hêj nikarîne
kevirekî deynin ser kevirekî bo Helebçe çawa rexneyê li Hikûmetê digirin,
eger xizmeta Helebçe nekin dê hikûmet div ê kirîzê de çawa pereyan
birjîne?.”




