26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Bi herêmkirina Kerkûkê xiyanet e..Hemû alî li dijî vê yekê ne”

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê ya
 
Kerkûk – Germiyan dibêje, her hewlek bo biherêmkirina Kerkûkê
 
dê rastî şikestinê bibe ji ber ku hemû û xelkê Kerkûkê li dijî wê
 
yekê ne.
 
Diyarî Husên Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk
 
– Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Siyaseta PDKê û
 
xelkê derbarê çarenivîsa wî bajêrî zelal e ku pêwîst e vegere ser
 
Herêma Kurdistanê û her kesek jî behsa biherêmkirina wî bajêrî
 
bike nayê qebûlkirin, ji ber ku ji sala 1961ê de heta niha kurd
 
xwînê di ber wî bajêrî de didin.”
 
Wî berpirsê PDKê li Kerkûkê tekez kir ku ew kesên ku hewla
 
biherêmkirina Kerkûkê didin dê bersiva wan çi be ji malbatên
 
şehîdan re, lewma nabe kes behsa biherêmbûna Kerkûkê bike ji
 
ber ku niha Kerkûk di bin desthelata Pêşmerge û kurdan de ye,
 
lewma qutkirina Kerkûkê ji Kurdistanê xiyanet e li wan kesên ku
 
şerê DAIŞê dikin.
 
Husên wiha got: “PDK û YNKê di civîna duhî de red kirin û wek em
 
haydar in hemû pêkhate li dijî biherêmkirina Kerkûkê ne, lewma
 
her hewlek bo biherêmkirina Kerkûkê dê bê şikestin. Pêwîst e bi
 
rapirsiyê çarenivîsa Kerkûkê bê yekalîkirin û xelkê Kerkûkê dizanin
 
ku berjewendiya wan ligel Herêma Kurdistanê ye û Kurdistan wan
 
diparêzin.”

Nûçeyên têkildar