26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Salih Gedo: Kurdên rojava bi sê mercan diçin nav Îtîlafa Niştimanî

Çavkanî: KDP.info

Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi mercê garantîkirina sê daxwazan diçin nav Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê, îtîlafa navbirî jî dibêje divê ew daxwaz piştî hilbijartineke azad bên rojevê.

 

Malpera alkurdiyanews li ser zarê Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê Meaz El-Xetîb belav kiriye ku: " Divê daxwazên destûrî yên Kurdên Sûriyê bikevin piştî hilbijartineke azad a parlamento daku ew parlamento biryarê li ser bide."

 

El-Xetîb jî dibêje ku îtîlafa wan niha nikare derbarê pirsên destûrî de bi pey daxwaz û nerînên xelkê Sûriyê de baz bide, ji ber qonaxa niha tenê karkirine li ser rûxandina rejîma Sûriyê ne ku biryarên destûrî.

 

Salih Gedo Sekreterê Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê û endamê komîteya têkilîyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji KDP.info re ragihand ku Kurdên rojava bi sê mercan diçin nav Îtîlafa Niştimanî û got: " 1_ Kurd dixwazin di destûrê de mafên wan bên qebûl kirin.

2_Ji sedî 15-ê îtîlafê ji wan pêk were ku heman rêjeya daniştvanên Sûriyê pêk tînin.

3_Herwiha Kurd dixwazin navê welat bibe Komara Sûriyê ji dêlva Komara Erebî ya Sûriyê, cîgirê serokê îtîlafê jî Kurd be ji ber li welêt Kurd neteweyekî serekî ne."

Nûçeyên têkildar