26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Şewitandina jin û keçên êzdî tawanek e li dijî mirovatiyê û em şermezar dikin

Çavkanî: KDP.info
 
 
Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê di Parlementoya Kurdistanê de derbarê
 
şewitandina hejmarek keş û jinên êzdî ji aliyê DAIŞê ve ragihand ku
 
şewitandina wan karê herî hov e li dijî mirovatiyê.
 
Frakisyona PDKê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ji KDP.info re ragihand
 
dibêje: “Em wê tawanê bi tawaneke hov li dijî mirovatiyê binav dikin û
 
şermezariyeke mezin e bo helgirên hizrê DAIŞê û bo wan kesên ku li
 
hemberî wan tawanan bêdeng in.”
 
Frakisyona PDKê wiha belav kir: “Navçeya Şingalê ji ber nasnameya wê ya
 
kurdbûnê û êzdîbûnê heta niha çendîn car rastî karesat û jenosîdan hatiye,
 
lewma pêwîst e em li hemberî wan tawanên qirêj bêdeng nebin.”
 
Li gorî rojnameya The Sun a Brîtanî ku roja 6.6.2016ê belav kiriye ku
 
terorîstên DAIŞê 19 keç û jinên êzdî şewitandine û sedema wê ji ber ku ew
 
neamade bûn mercên wan cîbicî bikin.

Nûçeyên têkildar