Dirbo: Divê PKK pêbendî bibe û Şingalê derkeve

Şingal-KDP.info- Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge dibêje divê PKK pêbendî
biryara Encumena parêzgeha Mûsilê be û pirsgirêkan dernexin, eger ne ji
ber kurdbûnê ba zûde menê ew ji Şingalê derxistibana.
Qasim Dirbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge û kesayetiya diyar a êzdî ji
malpera KDP.info re ragihand: “Divê PKK pêbendî biryara Encumena
parêzgeha Mûsilê be û pirsgirêkan dernexin, ji ber ku ew biryar a hikûmetê
ye û fermî ye û nabe pêbendî wê nebin.”
Dirbo wiha got: “Derneketina PKKê ji Şingalê rêznegirtine li xwîna şehîdan û
qurbaniyên ku bo azadkirina Şingalê hatine dan, lewma em çaverê dikin ku
ew bi xwe ji Şingalê derkevin û bê ku ti pirsgirêk derkevin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Em qebûl nakin kes zilmê li
Şingalê bike û xwe bike xwediyê Şingalê û xelkê Şingalê dest ji mafê xwe
bernadin, eger ne ji ber kurdbûnê ba zûde menê ew ji Şingalê derxistibana.”




