“Pêwîst e bi hûrî qonaxa piştî DAIŞê bê nirxandin”

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de her du alî li ser wê yekî hevnêrînbûn ku pêwîst e bi hûrî
qonaxa piştî DAIŞê bê nirxandin û tekez jî li ser beşdariya pêkhatan a li
proseya azadkirina Musilê de kirin.
Roja şemî 11.06.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya şandekî siyasî û serbazî ya Amerîka kir ku ji Stuart
Jones Balyozê Amerîka li Iraq û General Sean MacFarland Fermandeyê
Hêzên Hevpeymanan li Iraq û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên serbazî ya
artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê li bajarê
Felluce û parêzgehên dinê Iraqê guftûgo kirin û şanda mîhvan Serok Barzanî
ji planên Amerîka û hevpeymanan ya ji bo têkşikandina terorîstên DAIŞê li
cihên cûda cûdayên Iraq û Sûriye agahdar kir.
Her li vê civînê de di derbarê operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî
DAIŞê û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa li piştî DAIŞê
danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî li ser ewe hevrebûn ku
pêwîste bi hurî qonaxa piştî DAIŞê bê nirxandin û tekez jî li ser beşdariya
pêkhatan ya li proseya azadkirina Musilê de kirin.
Li beşekî dinê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê û hêzên hevpeymanan bilind nirxandin û ronahî xistin li ser bi
cîhkirina biryara Amerîka ya yarmetîdana darayî û hevkarîkirina hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê.
Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên
Herêma Kurdistanê amade bûn.




