Li Qeretepe valahiyeke emnî heye..Pêwîstî bi hêzeke zêdetir heye

Qeretepe-KDP.info- Berpirsekî kurd li bajarokê Qeretepe dibêje li sînorê
wan valahiyeke emnî heye û hêza ku li sînorê wan heye kêm e, lewma
daxwaza hêzeke zêdetir kir da ku navçeya wan ji her êrişekê bê parastin.
Berpirsê Navçeya PDKê li Qeretepe Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re
ragihand: “Hêj deselata kurdan li navçeyê baş e û hevahengî di navbera me
de heye, helbet eger wisa berdewam bin kes nikare nêzîkî me bibe û emê
wisa bi deselat bimînin.”
Kemal Îbrahîm wiha got: “Li sînorê me valahiyeke emnî heye û hêza ku li
sînorê me heye kêm e, lewma daxwaza hêzeke zêdetir kir da ku navçeya
wan ji her êrişekê bê parastin, ku ew hêz ji xelkê navçeyê bê pêkanîn yan jî
Hêzên Pêşmerge bên şandin.”
Îbrahîm wiha domand: “Ji çiyayên Hemrîn heta Seidiye û heta Mûsilê
navçeyeke berfireh e, lewma dema behsa tevgera DAIŞê li wir tê kirin rast e,
lewma me daxwaza hêzê kir û heta niha ti hêz ji me re nehatiye şandin.”




