26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xurmatû.. Wezareta Pêşmerge dest bi kolandina xendeqê dike

Çavkanî: KDP.info
 
Xurmatû-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li sînorê
 
Xurmatû ragihand ku kolandina xendeqê hatiye rawestandin, lê di
 
rojên bê de dê careke din dest pê bike.
 
Barzan Ehmed Cîgirê Fermandarê Lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge li
 
Xurmatû ji malpera KDP.info re ragihand: “Kolandina xendeqê li
 
Daqûq derbas bûye lê ev demek e ku hatiye rawestandin û sedem
 
jî nediyar e û gelek caran me pirsyar kiriye lê nehat naskirin sedem
 
çi ye, bi nêrîna me nerazîbûna ereban e û ti sedemeke din tune
 
ye.”
 
Ehmed wiha got: “Eger kolandina xendeqê berdewam ba niha
 
gihîştibû Xurmatû, ku ew xendeq pir pêwîst e, lê sedema
 
rawestandina wê kolandinê ne darayî ye, ji ber ku gelek pere jê re
 
navê. Şandên Wezareta Pêşmerge serdana deverê kirine û di çend
 
rojên bê de dê dîsa dest bi kolandina wê bikin.”

Nûçeyên têkildar