26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sibe Yekşemê şandeke Polîtbîroya YNKê
 
serdana PDKê dike û herdu behsa pêwendiyên navbera xwe û
 
pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê dikin.
 
 
Çavkaniyeke pilebilind ji Polîtbîroya PDKê ji malpera KDP.info re
 
ragihand ku sibe saet 11 şandeke Polîtbîroya YNKê dê li Hewlêrê
 
serdana Polîtbîroya PDKê bike û di wê civînê de dê herdu behsa
 
pêwendiyên navbera xwe û pêşhatên dawî yên Herêma
 
Kurdistanê û Iraqê û navçeyê dikin.
 
 
Wê çavkaniyê da zanîn ku şanda PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê
 
PDKê Nêçîrvan Barzanî her yek ji endamên Polîtbîroya PDKê Fazil
 
Mîranî û Roj Nûrî Şawês û Mehmûd Mihemed û Azad Berwarî li
 
xwe digire.
 
 
Piştî rêkeftina di navbera YNK û Goran de, ev civîna yekê ye di
 
navbera PDK û YNKê de. PDKê digot ew pêwaziyê li şandeke
 
hevbeş ji wan herdu aliyan nake.

Nûçeyên têkildar