26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK nahêle Şingal bêavakirin..Rêgir in li pêşiya jenosîdnaskirina Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje xelkê Şingalê ji tirsan newêrin nikarin vegerin ser mal û halê xwe, ku ew rêgiriyan çêdikin ku xelk vegerin, lewma pêwîst e ji Şingalê derkevin.

Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Nameya me bo cîhanê û dadgehan û hemû xelkê ew e ku bi ti awayî rê nedin PKKê bi wisa reftarê bike ligel kurdên êzdî û pêwîst e navçeyên me bên parastin.”

Xelîl wiha got: “Eger ew xwe bi welat parêz bizanin û bêjin em hatine Şingalê biparêzin, niha pêwîstiya Şingalê bi wan tune ye û Hêzên Pêşmerge bergiriyê lê dikin û diparêzin û divê ji navçeyê derkevin.”

Qayîmqamê Şingalê wiha got: “Em dixwazin PKK bê pirsgirêk ji navçeyên me derkeve ji ber ku piştre xelkê Şingalê vê xwe ferizkirina wan qebûl nake û riyên yasayî dê li dijî wan bikar bînin.”

Mehma Xelîl wiha domand: “Biryara Encumena Parêzgeha Neynewa bi derxistina PKKê bersivek bû bo wan ku dibêjin em ser bi Bexda ne. Helbet divê bên derxistin ji ber ku heta ew li Şingalê bin Şingal nayê avakirin û karesata Şingalê wek jenosîd nayê naskirin.”

Nûçeyên têkildar