Serok Barzanî sersaxî ji malbata Ebu Leyla re xwest

Hewlêr-KDP.info- Di pêwendiyeke telefonî da Serokê herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî serxweşî li malbata şehîd Ebu Leyla kir.
Îro roja pênşem 09, Barzanî ligel birayê şehîd Feysel Ebu Leyla, Yusuf
Ebulezîz axifî û serxweşî û hevxemiya xwe gihande malbat û kesukarê
şehîd Ebu Leyla, ku di şerê azadkirina bajarê Minbicê de ji bin destê Daişê
şehîd bûbû.
Serokê herêmê Mesûd Barzanî şehîd Ebu Leyla, weke xortekî qehreman û
cesûrê Kobanî bi nav kir, û got wî canê xwe yê pak li ser riya parastina
niştîman û azadiya gelê Kurdistanê kire gorî.




