26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê Fîlîpînê: Fîlîpîn amade ye Pêşmerge perwerde bike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Fîlîpînê li Iraqê di hevdîtina ligel Şêwirmendê
 
Encumena Asayişa Kurdistanê de ragihand, Fîlîpîn amade ye Pêşmerge
 
perwerde bike.
 
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro
 
pêşwazî li wekîlê balyozê Fîlîpînê li Iraqê, Almer Kator kir.
 
Di wê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa şerê DAIŞê û serkeftinên
 
Pêşmerge li hember DAIŞê kir û ragihand, Pêşmerge ruxmî nebûna çekên
 
pêwîst, kariye ne tenê pêşiya DAIŞê bigire lê kariye DAIŞê paşde bide
 
vekişandin û gelek deveran ji destê wê rêxistinê derxîne.
 
Mesrûr Barzanî diyar kir ku DAIŞ êdî bûye tehdîdek cîhanî ji ber wê jî lazim e
 
Fîlîpîn û welatên din ên cîhanê di şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê
 
û Pêşmerge bikin.
 
Wekîlê balyozê Fîlîpînê jî pesnê Pêşmerge da û got, Pêşmerge li eniya pêş li
 
şûna hemû cîhanê li dijî terorîstan şer dike û serkeftinên mezin tomar dike,
 
ji ber wê jî ez bi navê hikûmeta Fîlîpînê pîrozbahiyê li we dikim.
 
Almer Kato her wiha anî ziman ku Fîlîpîn amade ye di çarçoveya şerê li dijî
 
DAIŞê de, Pêşmerge perwerde bike.
 
Wî dîplomatê Fîlîpînî da zanîn ku Fîlîpîn dê demek nêzîk de nûnertiya xwe ya
 
dîplomatîk li Hewlêrê veke.

Nûçeyên têkildar