26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Kanada û Nêçîrvan Barzanî behsa pêdviyên Pêşmerge kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destxweşî li kar
 
û çalakiyên Balyozê Kanada li Iraq û Urdinê Birono Sakomanî kir ji
 
ber peydakirina piştgiriya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî
 
DAIŞê de û dirustkirina pêwendiyeke bazirganî di navbera Herêma
 
Kurdistanê û Kanada de di dema karkirina wî de.
 
 
Îro Pêncşemê 9.6.2016 danê sibehê Serokwezîrê Herêma
 
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraq û
 
Urdinê Birono Sakomanî û şanda pê re kir, ku bi mebesta
 
xatirxwestinê û dawîhatina karê wî, serdana Herêma Kurdistanê
 
kiriye.
 
 
Di wê hevdîtinê de Balyozê Kanada di destpêkê de spasiya
 
Nêçîrvan Barzanî kir ji ber handan û alîkarî û piştevaniya wî di karî
 
wî de û hêvî xwest Herêma Kurdistanê bibe xwedî paşerojeke geş
 
û zelal û Pêşmerge di şerê terorê de her serkeftî bin. Herwiha da
 
zanîn ku di paşerojê de ew li kuderê kar bike dê wek dostekî nêzîk
 
alîkariya hikûmet û gelê Kurdistanê bike.
 
 
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya vê serdanê kir û destxweşî
 
li kar û çalakiyên Balyozê Kanada li Iraq û Urdinê Birono Sakomanî
 
kir ji ber peydakirina piştgiriya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge di şerê
 
li dijî DAIŞê de û dirustkirina pêwendiyeke bazirganî di navbera
 
Herêma Kurdistanê û Kanada de di dema karkirina wî de û hêvî
 
xwest ku ew di karê xwe yê nû de serkeftî be.
 
 
Di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên eniyên şerê li dijî DAIŞê û
 
peydakirina alîkariyên zêdetir bo Pêşmerge û çend mijarên din ên
 
pêwendîdar gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar