26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîrê êzdiyan serkeftinên Pêşmerge pîroz kir: Şingal têkeve ser Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Mîr Tehsîn Beg Mîrê êzdiyan ji ber serkeftinên berdewam ên Hêzên Pêşmerge pîrozbahî li wan kir û got eger êzdî bi mafê xwe şa bibin, neheq e koçber bibin.

Mîr Tehsîn diyar kir ku eger rewşa wî baş bibe dê vegere Kurdistanê û ji nêzîk ve haydarî rewşa êzdiyan bibe.

Derbarê helwesta Serok Barzanî li hemberî êzdiyan, Mîr Tehsîn ragihand: “Silav bo Serok Barzanî û ji ber ku gelek zilm li êzdiyan hatiye kirin, hêviya me ji PDK û YNKê ye ku çavê xwe bidin êzdiyan. Ez helwesta xelkê Kurdistanê û bi taybetî parêzgarê Dihokê bilind dinirxînim, ji ber ku wan gelekî alîkariya me kirine.”

Mîrê êzdiyan daxwaz ji civaka navdewletî û hemû hêzên siyasî kir ku alîkariya êzdiyan bikin. Derbarê rewşa Şingalê jî bi nêrîna Mîrê êziyan yan baş ew e ku Şingal ser bi Herêma Kurdistanê ve be, lê divê daxwazên xelkê werin cîbicîkirin.

Derbarê rewşa keçên êzdî yên di destê terorîstên DAIŞê de, Mîr Tehsîn rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û daxwaz ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir ku hewlên zêdetir bide bo rizgarkirina keçên ku hêj di destê wan terorîsten de mane, ji ber ku hêj bi hezaran mane.

Derbarê paşeroja êzdiyan û girêdana wan bi axa wan ve, Mîrê êzdiyan da zanîn ku ew xwe wek şirîkê Kurdistanê dibînin û eger wek mînak devera Şingalê û Deşta Mûsilê bibin îdareyekî serbixwe dê hemû pêkhate bi mafê xwe şa bibin.

Mîr Tehsîn Beg ti helwesta wî tune bû li hember hikûmeta Iraqê, piştî ku me jê pirsî helwesta Mîr çi ye li hember Hikûmeta Iraqê? Û bi gotina nizanim bersiv da û got, min nebihîst û ez bersiva wê pirsê nizanim.

Herwiha derbarê rola mamosteyên olî jî Mîr Tehsîn Beg bi hişyarî bersiv da û got ku hejmarek ji wan baş in û hin jî nebaş in û pêwîst e zanayên olî zêdetir rola xwe bibînin.
Mîr Tehsîn da zanîn ku eger ew ne li Kurdistanê be jî kurê wî Hazim Tehsîn nûneratiya wî dike.

Derbarê koçkirina êzdiyan jî wiha got: “Piraniya êzdiyan ji ber rewşa niha û ji ber terorîstên DAIŞê direvin, eger rewş baş bibe û êzdî bigihên mafê xwe bawer nakim koçber bibin û ji min re jî xerîbî gelekî nexweş e û Kurdistan xweştir e.”
 

Nûçeyên têkildar