26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Şamo Zanayên ola êzdî rexne dike..Pêwîst e wek xristiyanan xwedî peyam bin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Nûnerê kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de
 
ragihand ku pêwîst e zanayên olî yên êzdî wek xristiyanan peyameke wan
 
ya zelal hebe bo şîretkirina kurdên êzdî derbarê koçkirinê û bergirîkirin li
 
axa xwe û tevlîbûna refên Pêşmerge, ji ber ku paşeroja kurdên êzdî ligel
 
Herêma Kurdistanê ye.
 
 
Şêx Şamo Nûnerê kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de ji malpera
 
KDP.info re ragihand: “Patriyarkê Kildan û Siryanan şîretan li xelkê xwe dikin
 
ku li axa xwe bimînin û giringiyê bi pîroziyên xwe bidin û ji welatê xwe bar
 
nekin û daxwaz ji Serok Barzanî dikin ku navçeyên wan azad bike û tevlî
 
Hêzên Pêşmerge bibin da ku axa xwe biparêzin û tevlî hêzên neşeriî yên
 
Iraqê nebin. Li hember zanayên olî yên êzdî, diyar dibe ku zanayên me
 
lawaz in û ne di asta wê berpirsyaretiyê de ne ku şîretan li xelkê me bikin.”
 
Şamo wiha got: “Pêwîst bû mîr û babeşêx û Encumena Rûhanî şîret li xelkê
 
kiribana û heta niha peyameke wan yan zelal wek xristiyanan tune ye û
 
nikarin ji xelkê re bêjin dest ji axa xwe bernedin, lê wan berî xelkê bar kirin.”
 
 
Nûnerê kurdên êzdî di Parlementoya Kurdistanê de wiha domand: “Nabe
 
ew zanayên me bi vî awayî bêdeng bin û pêwîst e peyama wan hebe, wek
 
mînak xortên me tevlî PKKê dibin, bi vê yekê çi paşeroja wan dibe? Çi
 
sûdekê dibînin?. Lê eger şîretan li wan bikin tevlî Pêşmerge bibin dê ji wan
 
re pir baştir be ji ber ku paşeroja me ligel Herêma Kurdistanê ye.”

Nûçeyên têkildar