26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK bacê ji xelkê Helebçe werdigire

Çavkanî: KDP.info
 
Helebce-KDP.info- Çekdarên PKKê li sînorê Helebçe bacê ji xelkê navçeyê
 
werdigirin û berpirsekî PDKê jî dibêje haya me ji tevgera PKKê heye li sînorê
 
Helebçe.
 
 
Berpirsê Şaxa 12 ya PDKê li Helebçe Fazil Beşaretî ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Ev çend roj in ku mefrezeyeke çekdarên PKKê hatine gundê
 
Hawar li rojhilatê bajarê Helebçe û xala kontrolê danîne û baçê ji karker û
 
xelkê navçeyê werdigirin û haya me ji wê tevgera wan heye li wî sînorî.”
 
 
Beşaretî wiha got: “Ji ber ku em aliyekî hizbî ne me destê xwe nexist nava
 
vê pirsgirêkê, ji ber ku hêzên asayişê û polîs û antî teror li sînorê Helebçe
 
hene û pêwîst e ew rê li wî karê çekdarên PKKê bigirin.”

Nûçeyên têkildar